ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-09-2026
7 îlon, 2026   02:00

Xwendekarên jin ên Hesekê anîn ziman ku ew bi mafê xwe yê berdewamkirina xwendina xwe bi zimanê kurdî ve, girêdayî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Gundê Elî Gamêş li herêma Koçeran ya Dêrikê bîra xwe ya bi dehên salan diparêze, li gund xweza, çîrokên gelêrî û şahidiya şûnwriyan xwe dide der, li gorî şêniyan ew şûnwar rastî lêkolînê nehatine. Tevî kêmbûna hejmara şêniyên gund hîn jî li gund girêdana bi xakê tê dîtin. Li gund pirsgirêkên xizmetguzarî hene, yek ji wan jî xerabûna rêyan a di werzê zivistanê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dibistan dest pê kirin, çavê malbatên li herêma Cizîrê li dabînkirina pêdiviyên dibistanê ne, buhayên kel û pelên têkildarî dibistanan bilind in û ji hev cuda ne, lêçûna amadekirina xwendekarekî ji bo dibistanê barê malbatan girantir dike, bi taybet ji bo malbatên ku lê zêdetirî xwendekarekî heye zehmetî derdikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwendekarên Dibistana Ednan El Malikî ya bajarê Til Temirê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya der barê destnîşankirina 3 saetan bo perwredeya bi zimanê kurdî xwepêşandanekê li dar dixin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).