ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-08-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-08-2024
7 tebax 2024   02:00

Endamên rêveber ên Kongra Star a Dirbêsiyê têkoşîna cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir û banga mezinkirina têkoşînê kir.

“Kesên nayên yekîtiyê divê bên teşhîrkirin û sûcdarkirin. Ev herî zêde erka rewşenbîran e, yan wê pê rabin yan wê îstîfa bikin û bibêjin, em ne rewşenbîr in”. Dîroknas Abdullah Şikakî bi van gotinan bal kişand ku gelê Kurd di pratîkê de yekîtî ava kiriye, lewma divê pêşeng rola xwe bilîzin û Kongreye Netewî çêbikin.

Şêniyên kantona Firatê berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê silav kir û got “Gerîla ji bo azadiya me tê dikoşe. Em ê heta dawiyê bi gerîla re bin.”

Îbrahîm Şêxo got ji ber şewitandin û birîna dar û daristanan xwezaya Efrînê dibe çolistan û diyar kir ku divê li ber qirkirina xwezayê bê girtin û hesab ji sûcdaran bê pirsîn.

Beşên civakî di salvegera 10ˊan a Komkujiya Şiêtat de banga hembêzkirina QSDˊê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir.

Lêkolînerekî têkiliyên navneteweyî diyar kir ku li Rojhilata Navîn aloziyeke gur heye û hefteya şerê gur bi nav kir, lê hevsengiyên navneteweyî dê wek xwe bimînin. Lêkolîner anî ziman ku ji ber ku çareyên rasteqîn ên vê aloziyê tune ne, dê ev rageşî ne ya dawî be.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo gerîlayê HPGˊê şehîd Bahoz Hewlêr li gundê Xorxorî yê rojavayê Kobanê merasîma xiyabî li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ermenî der barê qirkirina li dijî gelên Ermen û Êzidî de pêk hatine li Parka Xwendinê ya Hesekê semînerekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Asûrî ya Demokratî û Partiya Yekitiya Suryanî ji bo bîranîna Roja Şehîd a Asûrî li hola dêra El Qedîse ya Til Temirê merasîmekê li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hunermendên nemir Mihemed Doman û Hafiz Kor bi şevbuhêrkekê bi beşdariya koma hunermendên ji kantona Firatê bi bîr tîne, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)