Encamên hevdîtina MSDˊê û Yekitiya Suryanî

Beşdarên panela diyalogê ya di navbera Nivîsgeha Têkiliyên MSDˊê û Yekitiya Suryanî de diyar kir ku xebat bi MSDˊê, partî û hêzên siyasî re were kirin ku bigihînin zemîneke guncaw ji bo diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî.

Encamên hevdîtina MSDˊê û Yekitiya Suryanî
Encamên hevdîtina MSDˊê û Yekitiya Suryanî
Encamên hevdîtina MSDˊê û Yekitiya Suryanî
Encamên hevdîtina MSDˊê û Yekitiya Suryanî
Encamên hevdîtina MSDˊê û Yekitiya Suryanî
Encamên hevdîtina MSDˊê û Yekitiya Suryanî
6 tebax, 2024   22:31
HESEKÊ

Di çarçoveya însiyatîfên Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de ji bo lêkolînkirina mekanîzmayên gihandina pêşxistina xebatê di navbera MSDˊê û partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Nivîsgeha Têkiliyan vê êvarê bi Partiya Yekitiya Suryanî re li Hesekê panelek li dar xist.

Destpêkê, dîwanek ji endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Ezher Ehmed, hevserokên şaxê Partiya Yekitiya Suryanî ya Hesekê Meha Şabo û Fadî Dawî pêk hat.

Beşdaran di panelê de wesîqeya siyasî, nexşerê û nêrîna MSDˊê bo çareseriya krîza Sûriyeyê, xal û dosyayên hevbeş di navbera wê û Partiya Yekitiya Suryanî de û derfeta pêşxistina xebatê nîqaş kirin.

Ji panelê gelek encamname hatin dayîn û wiha ne:

Beşdariya rasteqîn di xebata nîştimanî û nûnertiya dîplomasî li derve, çalakiyên hundirîn ên li tevahî herêmên Sûriyeyê, navlêkirina gelê Suryan-Asurî li gorî Hevpeymana Civakî di civînên fermî de, xebitîna li ser şîrovekirina belge, nexşrê, nêrîna siyasî ya hêzên partiyetê ya suryanî-asûrî, berdewama hevkariyê bi MSDˊê re di çalakiyên bi armanca çareserkirina krîza Sûriyeyê, xebitîna bi MSDˊê, partî û hêzên siyasî re bo xwegihandina zemîneke guncaw der barê diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî de, pêkanîna erkên li ser milê Partiya Yekitiya Suryanî ji ber ku ji saziyên rêveberî û MSDˊê ye.

(fr)