ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07 – 07 – 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07 – 07 – 2026
7 tîrmeh, 2026   02:00

Jinên li bajarê Qamişloyê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk li hember pêvajoyê gavan biavêje, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan rake û rê bide ku parêzer û malbat serdana Rêber Abdullah Ocalan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dane nîşan didin ku li Sûriyeyê serkeftina edaleta veguhêz bi hevkariya rast a navbera saziyên dewletê û civakê ve girêdayî ye. Edalet, çapemenî, zanyarî û civaka sivîl di aşkerakirina rastiyê de, edalet ji bo qurbaniyan, reforma saziyan, qedexekirina dubarebûna kiryaran, pêşxistina bawerî û pêkanîna aştiyê de, hev temam dikin.

Koçberên ji Efrînê yên piştî 9 salan vegeriyan warê xwe, niha malên xwe lê dikin. Malên wan hatine wêrankirin û madeyên lêkirina malan gelekî biha ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Parêzer Muslum Dalar anî ziman ku DMME’yê dema ku rejîma ragirtina muebbet a girankirî li Tirkiyeyê lêkolîn kir, dît ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan mekanîzmayeke ji nû ve nirxandinê ya rastîn tune ye û biryar da ku ev yek xala 3’yemîn a peymanê binpê dike. (BI WÊNE).

Xebata heftane ya paqijiyê ku ji aliyê Meclisa Bajarê Hesekê û şêniyan ve hatiye organîzekirin, dewam dike. Saet 09.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Jinan a PYD‘ê ya bajarê Til Temirê bi dirûşma "Rola jinan di avakirina civakê de: Astengî, arise û rêbazên xurtkirinê" li hola Kinêr a bajêr li dar dixe. Saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên bajarê Hesekê Tîma Nimûr a Taekwondo ku di asta yekemîn de bi ser ket, li Parka 4‘ê Nîsanê pêşwazî dike. Saet 19.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).