Ajokarê tankera petrolê di encama qezayê de mir

Ajokarê tankereke petrolê di qezayekê de li ser rêya Hums-Tartûsê mir. Di encamê de agir derket û rê hate girtin.

Ajokarê tankera petrolê di encama qezayê de mir
6 tîrmeh, 2026   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajokarê tankereke petrolê îro di qezayek trafîkê de li ser rêya di navbera Hums û Tartûsê de mir. Ji ber qezayê agir bi tanker ket petrola dişewite li ser rê rijiya.

Çavkaniyek herêmî ji peyamnêrê me re got ku agir bûye sedema girtina rê.

Tîmên Parastina Sivîl ji bo vemirandina agir, kontrolkirina rewşê û ewlekirina herêmê ber bi cihê bûyerê ve çûn.

(k)

ANHA