ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-04-2026
7 nîsan, 2026   02:00

Siyasetmedar û çalakvanan diyar kir ku li gorî standardên navneteweyî divê mafê hêviyê yê Rêber Apo garantî bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Karmendên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê mûçeyên xwe dereng digrin, ji ber ku pere di bankên navendî de tune ne.

Rêveberê Navenda Sûrî ya Lêkolîn û Diyalogê (SCSD) Nasir Hac Mensûr got, ji bo aştî li Sûriyeyê pêk were divê sîstema demokratîk û hevkar were avkirin ku azadiya hemû pêkhateyan nas bike û rêz bidin pirrengiyê civakî. BI WÊNE Û DÎMEN

Înîsiyatîfa Nûn hişyarî li ser berdewama nezelaliya rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan da û diyar kir ku ev yek binpêkirina pîvanên navneteweyî ye. Înîsiyatîfê banga bidawîkirina tecrîdê, misogeriya zelaliyê, zêdekirina hewlên hiqûqî û ragihandinê ji bo piştgiriya "mafê hêviyê" û bicihkirina wê di rojeva mafên mirovan a cîhanê de kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Heyva Sor a Kurd li navendên demkî yên bajarê Qamişloyê alîkariyên mirovî li koçberên Efrînê belav dike, 09.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê û gundewarê wî cenazeyên 3 şervanên QSDˊê û YPJˊê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên dîlgirtiyan li bajarê Amûdê bi daxwaza berdana dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê girtî ne çalakiyekê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN