Trump: Em dikarin di 24 saetan de stasyonên kehrebê û pirên Îranê birûxînin

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew dikarin di nava 24 saetan de hemû stasyonên kehrebê û pirên Îranê wêran bikin.

Trump: Em dikarin di 24 saetan de stasyonên kehrebê û pirên Îranê birûxînin
6 nîsan, 2026   23:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikare di "24 saetan" de tevahî stasyonên dayîna kehrebê û pirên Îranê birûxîne.

Trump di civîneke çapemeniyê de daxuyand ku "Bi saya hêza hêzên me yên çekdar, planeke me heye ku em heta nîvê şeva sibê hemû pirên Îranê hilweşînin û hemû stasyonên kehrebê yên Îranê bê kêr bikin," bi wê yekê îşaret bi dema ku ji Tehranê re diyar dike ku nîvê şeva sêşemê diqeqe, da ku bi wan re lihevkirinekê bike.

Di civîna çapemeniyê de Trump anî ziman ku "Ger em bixwazin wê yekê bikin ev hemû dê di 24 saetan de bê kirin."

(fr)