Li Humsê jinek hat qetilkirin

Di êrişeke çekdarî ya li taxa El Muhacirîn a Humsê de jinek hat qetilkirin, mêr û keça wê birîndar bûn.

Li Humsê jinek hat qetilkirin
6 nîsan, 2026   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji bajarê Humsê ragihand ku çekdarên nenas ku li ser motorsîklêtekî siwar bûbûn, li pêş mala wan a ji dibistana El Sewre ya li taxa El Muhacirîn a Humsê ve nêzîk e gule berdan jin, mêr û keça wê.

Nûçegihan diyar kir ku di êrişê de jin hat qetilkirin, mêr û keça wê jî bi giranî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê, tu agahiyên der barê rewşa wan de nîn in.

Sûcên wiha li herêmên hikumeta demkî ya Sûriyeyê zêde dibin û tu bertekên pêşîlêgirtinê û tedbîrên ewlehiyê nîn in.

(ac/fr)

ANHA