ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-04-2024
7 nîsan, 2024   02:00

Rewşenbîr Mihemed Nûrî El Ehmed û Ehmed Heyder diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye navenda ronakbîrî û çandî ya neteweyî û got, "Her çiqas tecrîdê giran dikin israr û berxwedana gel a ji bo pêkanîan azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibe."

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku di hundirê Efrîna dagirkirî de ewlehî nîn e û rojane li dijî şêniyên wê çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcan dikin.

Heta niha civata navneteweyî hesab ji sûcdaran nepirsiye û ji ber ku di dosyayên mirovî de durû ye, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî êrişî taxa Şêxmeqsûd kiriye, li herêmên dagirkirî serbest tev digerin.

Şêniyên Kobanê amadekariyên cejna Remezanê dikin. Şênî dibêjin ji ber bihatiyê kirîna şîranî û cil û bergan gelekî zehmet e û tenê ji bo zarokan dikarin bikirin.

Rojnameyên erebî di hefteya borî de di weşanên xwe de cih dan bombebaranê Îsraîlê ya li ser balyozxaneya Îranê ya li Şamê, hilbijartinên xwecih ên Tirkiyeyê û rageşiya di navbera Îsraîl û Washingtonê.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşêvkirina zeviyên çandiniyê dest pê kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Desteya Werzîşê ya Kantona Efrîn û Şehbayê li yarîgeha navçeya Babinis a Şehbayê mîhrîcana 4ˊan a Amara li dar dixe, saet 10:00ˊan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star li Helebê bi boneya bîranîna dayika Uwêş li hola civînan a 8ˊê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê civînekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya gel a Kobanê yê kantona Firatê têkildarî serkeftina gelê Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên şaredariyan de li pêş şaredariyê şahiyekê li dar dixe, saet 13:00ˊan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Gelan a Demokratîk rûniştina xwe ya 97ˊan li Reqayê ji bo erêkirina li ser qanûna hilbijartinên şaredariyan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)