Bi boneya 4ˊê Nîsanê li Hesekê şevbuhêrk

Kongra Star ya Hesekê bi şevbuhêrkekê rêzeçalakiyên bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi dawî kir.

6 nîsan, 2024   23:28
HESEKÊ

Bi dehan xelkê Hesekê li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya li taxa Muftî kom bûn û beşdarî şevbuhêrka çandî ya Kongra Star li dar xistiye bûn û bi vê çalakiyê bernameya xwe ya 4ˊê Nîsanê bi dawî kir.

Di şevbuhêrkê de wêjevan, rewşenbîrê, helbestvan, dayikên şehîdan û kesayetên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine beşdar bûn. Hola şevbuhêrkê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hat xemilandin.

Endama rêvebera Kongra Star Rîma Îsa axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hêzên gerîla û gelê Kurd pîroz kir.

Rîma wiha domand: "Em îro bi ewle, aştî û wekhevî di bin banê Rêveberiya Xweser de ku xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dijîn."

Dûre helbestvan Fatme Ehmed helbestek li ser Serêkaniyê û ya din li ser YPJˊê gotin.

Her wiha koma stranan stranên li ser berxwedana Rojava pêşkêş kirin. Li kêlek wê jî hin beşdaran tecrûbeyên xwe yên taybet der barê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, çawaniya bandorbûna wan bi fikir û felsefeya wî re vegotin.

Çalakî bi diruşma ˊBê Serok Jiyan Nabeˊ bi dawî bû.

(fr)