ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-01-2026
7 ÇILE, 2026   02:00

Li kampên koçberên Efrîn û Şehbayê yên li Tebqayê hejmara kesên ku bi grîbê ketine zêde bûye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Dirbêsiyê diyar kir ku berxwedana Bendava Tişrînê bi xeta şerê gel ê şoreşgerî û hevgirtina gel û şervanan bi ser ket. BI WÊNE Û DÎMEN

Berdevkê Eniya Demokratîk a Ehwazê, xwepêşandanên li Îranê wek encama zordariya siyasî, têkçûna aborî û cudakariya etnîk nirxand. Her wiha hişyarî da ku dewamkirina zordariyê dikare welêt ber bi pevçûneke dirêj û serhildaneke sivîl a berfireh ve bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Hêvîn jineke ji Efrînê koçber bûye û li stargeheke li Reqayê dijî, ji bo xwedîkirina zarokên xwe karê dirûtinê dike. Hêvîn dibêje ew carinan bê pere cilan ji koçberan re didirû û behsa girîngiya hevgirtin û alîkariya di navbera koçberan de kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Endama KNK`ê Ebîr Hesaf da zanîn ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo avakirina aramiyê û aştiyê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê gaveke girîng e û got dê pêvajo aramî û aştiyê pêk bîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSDˊê li navenda xwe ya li Hesekê civîna xwe ya salane li dar dixe, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star şehîd Sakîne Cansiz, hevrêyên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz li hola Sendîkaya Karkeran a bajarokê Rimêlanê, 10.00ˊan, li hola Navenda Çandê ya Til Hemîsê, 10.00ˊan, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê, 11.00ˊan, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê, 11.00ˊan, bi bîr tîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê sersaxiyê dide malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Mihemed Xalid El Xelef li bin konê sersaxiyê yê li pêş mala malbatê ya Reqayê hatiye vedan, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca şermezarkirina êrişên hikumeta demkî yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê û piştgiriya berxwedana gelê wan taxan, çalakî tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN