Hikumeta demkî û Îsraîlê li ser tedbîrên ewlehiyê li hev kirin

DYAˊyê, Îsraîl û hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku di civîna li Parîsê de li ser mekanîzmayeke hevkariya hevbeş a pevguhertina agahiyan, kêmkirina rageşiyê û piştgiriya aramiyê li hev kirin.

Hikumeta demkî û Îsraîlê li ser tedbîrên ewlehiyê li hev kirin
6 ÇILE, 2026   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îsraîl û hikumeta demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş da. Di daxuyaniyê de rayedarên Îsraîlî û yên hikumeta demkî bi navbeynkariya Amerîkayê civînek li Parîsê li dar xist. Ew civîn di çarçoveya vîzyona serokê Amerîkayê Donald Trump a xurtkirna aştiyê li Rojhilata Navîn de pêk hat.

Di daxuyaniyê de rêzgirtina serweriya Sûriyeyê û aramiya wê, misogeriya ewlehiya Îsraîlê, piştgiriya geşkirina her du welatan hat nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her 2 aliyan li ser hewldana ber bi tedbîrên ewlehî û aramiya mayînek, avakirina mekanîzmayeke hevbeş bi çavdêriya DYAˊyê li hev kir, da ku pevguhertina agahiyên îstîxbaratî, kêmkirina rageşiya leşkerî û tevlêbûna dîplomasî hêsan bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev mekanîzma wê bibe platîforma çareserkirina nakokiyên bi awayekî lezgîn û xebitîna li ser qedexeya netêgihîştinê.

(ac/fr)

ANHA