ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-06-2026
6 hezîran, 2026   02:00

- Beşîr Mele Newaf anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya tevahî pêkhateyan tê dikoşe, lewre divê her kes piştgiriya wî bike û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Ronahî Hesen diyar kir ku kampanyaya "Em hemû YPJ ne YPJ hebûna me ye" bûye gerdûnî û got heya statuya YPJ‘ê wekî hêzeke leşkerî ya xweser a jinan were qebûlkirin dê têkoşîna wan bidome. BI WÊNE

- Koçberên ji Serêkaniyê daxwaza başkirina xizmetên bingehîn, dayîna tazmînatan, rakirina mayinan û peydakirina mercên vegera ewle kir. BI WÊNE Û DÎMEN

- Destûra Sûriyeyê ya sala 1950‘yî wekî nimûneyekê ye ku serdestiya gel, wekheviyê û azadî û pirrengiyê disepîne, dikare welat ji qeyrana heyî derxe û navendperestiyê ji holê rake. BI WÊNE

- Li herêma Aliyan a Çilaxayê çinîna cehê dewam dike, bi hevrûkirina salên borî re hilberîn baş e. Lê kêmbûna bihayê kirîna ceh li sûkên herêmê bandor li kêfxweşiya cotkaran kir û aciz kir. BI WÊNE Û DÎMEN

- Ji ber xebatên entegrasyonê, komîteyên şopandina kolandina bîrên ziraî hatiye rawestandin, ev jî dibe sedem ku bîr bê kontrol bên kolandin. Her wiha Daîreya Avê ya Qamişloyê jî diyar kir ku dema di nava bajar de bîr bên kolandin, divê wan agahdar bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Rêxistina NÛDEM bi hevkariya TEV-ÇANDˊê şevbuhêrkekê bi sernavê "Şevbuhêrkek ji Dil" li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê li dar dixe, bi şanoyekê bi dawî dike, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN