Îsraîlê êrişî Lubnanê kir; 5 kes mirin

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrişa asîmanî ya Îsraîlê ya li ser bajarokê Zibdîn ê herêma Nebetiye ya başûrê Lubnanê de, 5 kes di nav wan de jinek û xebatkarek tenduristiyê hatin qetilkirin.

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir; 5 kes mirin
5 hezîran, 2026   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku îro di êrişa asîmanî ya Îsraîlê ya li ser herêma Nebetiye ya li başûrê Lubnanê de 5 kes, di nav wan de jinek û xebatkarek tenduristiyê hatin kuştin.

Di daxuyaniyek wezaretê de hat gotin, "Di êrişa Îsraîlê ya li ser bajarokê Zibdîn ê li herêma Nebetiyeyê de 5, di nav wan de jinek û xebatkarek ji Komeleya El Rîsala hatin kuştin û 2 xebatkarên din jî birîndar bûn."

(fr)