ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-04-2026
6 nîsan, 2026   02:00

Siyasetmedar Ferhan Dawûd diyar kir ku berdama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan bandorê li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike û got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertê pêşketina pêvajoyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Tariq Wehbî diyar ku Washington xwe dispêre têkiliyên bi hin kesayetiyên di nava rejîma Îranê de, di heman demê de hewl dide hêzên herêmî bikişîne nava şer. Wehbî her wiha destnîşan kir ku ev şer dê bibe stratejiyeke "wêrankirina ji bo avakirinê", di çarçoveya projeya Rojhilata Navîn a nû de.

Ciwan Siko diyar kir ku Kurd di avakirina Sûriyeyê de bi roleke girîng radibin û dixwazin di çêkirina destûra nû ya Sûriyeyê de bi hemû pêkhateyên din re cihê xwe bigirin û mafê wan werin misogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hemayê gazinan ji xirabûna rewşa ewlehiyê ya berçav û zêdebûna bûyerên dizînê, revandin û êrişan dikin, bi taybetî li derdora çerxerêya Bîlal a li kolana Nîlê.

Rêvebira rêxistina ‘Ji bo Femînîzmê’ Sehba Firêc diyar kir ku divê mafên jinan bi zelalî di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigirin, her wiha nûnertiya dadperwer û beşdariya wan a bibandor di saziyên dewletê de were misogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî ku 4 kes li Serêkaniyê hatin revandin û radestî dewleta Tirk hatin kirin, mijara Kurdên sûriyeyî yên ku hatine revandin û radestî dewleta Tirk hatine kirin, ji nû ve kete rojevê. 121 kes di sala 2019`an de li bajarê Serêkaniyê hatibûn girtin û veguhastibûn Tirkiyeyê. Ev kes paşê li derveyî axa Sûriyeyê hatin darizandin ku ev yek binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê girtî ne li pêş Çerxerêya Kevokê ya Hesekê çalakiyekê li dar dixin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê û koçberên Serêkaniyê cenazeyê şehîd Rêzan Mihemed Osê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan pêşengê Şoreşa Rojava Fermandar şehîd Nûreddîn Sofî yê ku di 6ˊê Nîsana 2021ˊê de şehîd bûbû, merasîma bibîranînê li hola şehîdan a Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê li dar dixe, 11.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN