Balyozxaneya Amerîka ya li Bexda: Êriş li avahiyên dîplomatîk hat kirin

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê diyar kir ku komên çekdar ên alîgirê Îranê êrişî avahiyên wan ên dîplomatîk ên li Iraqê kiriye.

Balyozxaneya Amerîka ya li Bexda: Êriş li avahiyên dîplomatîk hat kirin
5 nîsan, 2026   23:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand ku komên çekdar ên Iraqî yên alîgirê Îranê şeva şemiyê 2 caran êrişî avahiyên dîplomatîk ên Amerîkî yên li Iraqê kirin. Balyozxaneyê diyar kir ku armanc "hewldana kuştina dîplomatên Amerîkî" bû.

Berdevkê balyozxaneyê îro diyar kir "Milîsên terorîst ên Iraqî yên alîgirê Îranê, bi armanca kuştina dîplomatên Amerîkî, şeva borî 2 êrişên din ên hovane li ser avahiyên dîplomatîk ên Amerîkî li Iraqê pêk anîn."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Di nav van êrişên terorîst ên hovane yên li ser mîsyona me ya dîplomatîk de, me gelek caran ji hikumeta Iraqê xwest ku tavilê berpirsiyariya xwe ya rawestandina êrişên li ser tesîsên Amerîkî û rêgirtina li milîsên terorîst ku axa Iraqê bikar tînin, bi cih bîne."

Balyozxaneyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku "Ger hikumeta Iraqê erkên xwe bi cih neyne, em ê karmend û tesîsên xwe biparêzin."

Balyozxaneyê avahiyên hatine hedefgirtin aşkera nekir.

Pêncşema borî, Balyozxaneya Amerîkayê hişyarî da ku komên ku piştgiriya xwe ji Îranê werdigirin dibe ku êrişên nêzîk li navenda Bexdayê pêk bînin û diyar kir ku "hikumeta Iraqê di pêşîgirtina van êrişan de têk çûye."

Hikumeta Iraqê soz da ku "hewldanên herî zêde" bike ku ji rageşî û êrişên zêde bi dûr bikeve.

(fr)