ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-03-2026
6 adar, 2026   02:00

Endama şandeya MAF-DAT’ê Rengîn Ergul diyar kir ku êrişên li ser Rojava hatin kirin, êrişên li ser azadiya jinan bûn, ew ê di rapora xwe ya belgekirina binpêkirinan de sernavekî taybet li ser binpêkirinên li dijî jinan hatine kirin amede bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Merwan Reşîd û 3 kurên wî tev li xebatên parastinê bûne, girîngiyê didin yekitiya neteweyî û parastina Rojava û heyanî niha cihê xwe di xebatên parastinê de digirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hilat Mihemed got “Jin di parastina ewlehî û aramiya Rojava de dê her tim pêşengiyê bikin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Salek di ser komkujiyên li perava Sûriyeyê re derbas bû, lê ew êş hîna di bîra welatiyên Sûriyeyê, bi taybet şêniyên Elewî yên li peravê de zindî ye. Tevî belgekirina gelek binpêkirinên ku di wê demê de qewimîne, hesabpirsîn û edaletê heta îro jî pêk nehatine.

Her sal 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dibe derfeteke sembolîk ji bo pîrozkirina destkeftiyên jinan. Lê ev pîrozbahî kêm dimîne, ger rola wan a bingehîn di avakirin û parastina hevgirtina civakê de nebe hişmendiyeke bingehîn. Jin ne tenê hêmanên temamker in di pergala civakî de; berevajî vê, ew aktorên navendî ne di afrandina hevgirtinê, domandina nirxan û xurtkirina aramiyê de.

Yekitiya Werzîşê ya bajarê Dêrikê meşek dirêj ji Qada Azadî ya bajêr ve heta bi Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik bi daxwaza yekrêziya Kurdî û xurtkirina wê organîze dike, 14.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN