NATOˊyê asta amadebûna parastina mûşekan bilind kir

NATOˊyê ragihand ku piştî rûxandina mûşekek Îranî ku ber bi axa Tirkiyeyê ve diçû, asta amadebûna parastina mûşekan di nav welatên endam de bilind kiriye.

NATOˊyê asta amadebûna parastina mûşekan bilind kir
5 adar, 2026   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Leşkerî ya NATOˊyê îro diyar kir ku endamên hevpeymaniyê piştî rûxandina mûşekek Îranî ku ber bi Tirkiyeyê ve diçû, amadebûna xwe ya parastina mûşekên balîstîk li asta hevpeymaniyê xurt kirine.

Berdevkê Hêzên Hevpeyman ên Ewropayê (APOCE) Kolonel Martin O'Donnell di postek li ser Xˊê de diyar kir ku ev amadebûn dê di astek bilind de bimîne heya ku gefa "êrîşên berdewam û bêserûber li seranserê herêmê" yên Îranê ji holê rabe.

(fr)