Li Başûr êrişî bîrên petrolê yên li Garê û navçeya Soran hat kirin

Hat ragihandin ku bi dronên xwekujî êrişî bîrên petrolê yên DYAˊyê yên li Garê û navenda navçeya Soran ên Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

Li Başûr êrişî bîrên petrolê yên li Garê û navçeya Soran hat kirin
5 adar, 2026   22:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, li dijî bîrên petrolê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li devera Meyrokê ya Herêma Gareyê ya Başûr bi dronên xwekuj êrişek pêk hatiye.

Rojnewsˊê da zanîn ku 2 caran êriş li dijî bîrên petrolê pêk hatiye.

Li gorî şahidan, dron ji aliyê Mûsil ve hatine şandin.

Di heman demê de dronên xwekuj navenda navçeya Soran a ser bi îdareya serbixwe ya Soranê hate bombekirin.

Rojnewsˊê ragihand ku cihê şûştinê yê Karwan Sera li Taxa Westa Receb hatiye hedefkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye rejîma Îranê ji êvarî ve êrişî Koye, bajarokê Rizgarî yê ser bi Hewlêr û Lûtkeya Çiyayê Berfî Mîrî ya Helebceyê kir û di van êrişan de kesek birîndar bûye.