ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-02-2024
6 sibat, 2024   02:00

Malbatên şehîdan bêrêziya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li hemberî pakrewangehan şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kovan Xorto ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû revandin serpêhatiya xwe ya 9 salan vegot. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rûspiyên Efrîn û Şehbayê diyar kir ji ber dorpêça hikumeta Şamê, gel bi zehmetiyên giran re rû bi rû dimîne û got li hember dorpêçê dê bê deng nemînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Kantona Cizîrê bi hevgirtin û tevkariyê pirsgirêkên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker derketine derbas dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka zivistanê ve baran bi rêjeyên baş bariyaye. Rêjeya herî bilind li navçeya Tirbespiyê ye ku gihaşt 280.2 mm. (BI WÊNE).

Cotkarên li gel barîna baranê ya zêde dest bi çandiniya berhemên aromatîk kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Pisporan diyar kirin ku îhtîmala ku pevçûneke rasterast di navbera DYA û Îranê de nine û gotin, ya ku li Rojhilata Navîn diqewime, di navbera Çîn-Îran- Rûsya û NATO ya bi serkêşiya DYA’yê de şerekî bi wekîlan e. (BI WÊNE).

Desteyên çandinî û avdanê yên Kantona Cizîrê der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de semînerekî li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo dide, saet di 10.00’an. Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Efrîn û Şehbayê jî civînekê li gundê Til Sosîn ê Şehbayê li dar dixe, saet di 10.00’an de. Meclisa Navçeya Tirbespiyê jî semînerekê li hola PYD’ê dide, saet di 11.00’an de. Kongra Star jî civînekê li Partka Kongra Star a li Tirbespiyê dide, saet di 11.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kongra Star a navçeya Çilaxa ya Kantona Cizîrê semînerekê li ser jiyana şehîd Viyan Soran dide, semîner li nivîsgeha PYD’ê tê dayîn, saet di 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Minbicê bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet di 11.30’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA