Li Şehbayê 2 belavkar û bikarhînerên madeyên hişbir hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şehbayê 2 belavkar û bikarhînerên madeyên hişbir girtin.

Li Şehbayê 2 belavkar û bikarhînerên madeyên hişbir hatin girtin
5 sibat, 2024   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir di 25’ê Çileya îsal de li Şehbayê 2 belavkir û bikarhînerên madeyên hişbir girtin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hezar û 20  hebên captagon û grameke madeya H-Bose ya hişbir hatin desteserkirin ku li cem her du belavkar û bikarhîneran hatin dîtin.

(bb)