ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-07-2026
5 tîrmeh, 2026   02:00

-Li hin weletan ezmûnên edaleta pêvajoya veguhêz bi ser ketin, lê li hin welatên Ereban û yên biyanî têk çûn. Pirsa xwe dide der; gelo dê Sûriye sûdê ji ezmûnên serketî wergire yan dê bi xetereya dubarebûna şaşiyan re rû bi rû bimîne?

Xwediyên erdên çandiniyê yên herêma Aliyan a Çilaxayê erdên xwe yên çandiniyê ku di dema Baasê de desteser kiribûn, dixwazin û dibêjin bila ‘Biryarnameya 93’ betal bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hejmareke xwendekarên li bajarê Qamişlo ku di ezmûnên materyalên Rêveberiya Xweser de pileyên bilind bi dest xistine, diyar kir ku serkeftina zanistî ji parastina zimanê kurdî nayê veqetandin, domandina xwendina bi zimanê kurdî û parastina wî berpirsyariya nifşên bê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aborînas Prof. Dr. Mustafa Durmuş da diyarkirin ku aboriya Tirkiyeyê ji sala 2015’an vir ve di krîzeke kûr de ye. Durmuş anî ziman ku enflasyona bilind, kêmasiya hesabên derve û budçeyê û polîtîkayên aborî yên heyî welat ne tenê bi krîza hilberînê re, lê her wiha bi xetereya krîzeke darayî re jî rû bi rû hiştiye.

Koçberên Serêkaniyê bi daxwaza vegera ewle ya li warê xwe, çalakiyekê li pêşiya avahiya parêzgariya Hesekê li dar dixin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Dirbêsiyê li dijî bilindbûna buhayan û rewşa xirab a jiyanî çalakiyekê li dar dixin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê merasîma bîranîna 129 şehîdên mehên çile, sibat, adar, nîsan, gulan, hezîran û tîrmehê li hola Reşo ya bajarê Hesekê li dar dixin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê xebata paqijkirina Pakrewangeha Şehîd Dijwar organize dike, saet 18.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Qamişloyê bi dirûşma "Azadiya Rêbertî azadiya civakî ye" meşekê li Stadyuma Heysem Kiço li dar dixin, saet 18.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li ser dika şanoyê ya Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê şanoya "Careke din hewl bide" tê pêşandan, saet 19.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)