Li Kerkûkê stargehên DAIŞ’ê hatin bombebarankirin

Hêzên Ewlekariya Iraqê ragihand ku bi hevkariya Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi balafirên şer ên F16’an çend stargehên DAIŞ’ê yên li sînorê Kerkûkê bombebaran kirine.

Li Kerkûkê stargehên DAIŞ’ê hatin bombebarankirin
4 tîrmeh, 2026   22:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewehiyê ya Iraqê têkildarî êrişa hewayî ya li ser stargehên DAIŞ’ê ya li navçeya Dubis ya dikeve sînorê Kerkûkê agahî ad.

Hate ragihandin ku piştî lêkolîn û agahiyên îstixbaratî ên bi qasî 5 rojan bi hevkariya balafirên şer ên F16’an êrişî stargehên DAIŞ’ê yên li navçeya Dubis ku dikeve sînorê Kerkûkê hate kirin.

Hate diyarkirin ku operasyon bi hevkariya Dezgeha Dije Teror a Iraqê hatiye kirin.

Hêjayî bibîr xistinê ye, di encama operasyoneke hêzên Iraqî ya li bajarokê Pirdê çeteyeke DAIŞ’ê yê bi navê Felah Hisên Mihemed hate kuştin. Hate ragihand ku vî çetî amadekarî dikir ku çend êrişên terorî bike.