ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-12-2025
4 kanûn, 2025   02:00

-Êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê zêdetir bûne. Li gorî raporan, piştî rûxandina rejîma Baasê di pêkhatina rêxistinî û tektîkî ya DAIŞ’ê de guhertin çêbûne. Rêveberê Navenda Kurd a Lêkolînan diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Baasê çeteyên DAIŞ’ê pere û çek bi dest xistin û li gelek herêmên Sûriyeyê bi hêsanî tev digire.

- Pêkhateyên Tirbespiyê diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya tevahî gelan e û got “Em piştgiriyê didin gava dîrokî ya ku Rêberê me daye destpêkirin”. BI WÊNE Û DÎMEN.

- Ji ber kêmbûna sotemeniya germkirinê û dorpêça hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, hejmara nexweşên grîbê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde bûye. BI WÊNE Û DÎMEN.

- Jinên koçber ên li kampa Serêkaniyê diyar kir ku bi hatina zivistanê re zehmetiyên wan ên jiyanê zêdetir dibin. Her wiha daxwaza kirin ku peyama 10'ê Adarê pêk were û bi ewle vegerin cih û warê xwe. BI WÊNE Û DÎMEN.

- Çalakvanê hiqûqî Ehmed El Xidir destnîşan kir ku divê destûreke nû ya Sûriyeyê were sazkirin ku hemû pêkhate tê de beşdar bibin û qanûnên sûcdarkirina mezhebperestî û fitneyan werin danîn. BI WÊNE Û DÎMEN.

- QSD'ê di meha Mijdarê de 5 operasyon pêk anîn. Di encamê de 7 çete û 4 serçete hatin girtin û gelek çek, cebilxane û teqemenî hatin desteserkirin.

-Şêniyên bajarê Hesekê ji ber kombûna zêde ya çopê bi gazinc in. Şaredariyê sedem zelal û diyar kir ku di çend rojên pêş de wê pirsgirêkê çareser bike. BI WÊNE Û DÎMEN.

-Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Muemer Mehmûd Dendeh merasîma cenaze li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugurê yê Tirbespiyê tê lidarxistin (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

-Şêniyên Tebqayê sersaxiyê ji malbata gerîlayê şehîd HPG’ê Fûad Mistefa re dixwazin. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

- Konferansa komînên bajarê Sirînê û bajarokê Belek ên kantona Firatê li Navenda Çandê ya Sirînê tê lidarxistin. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

-Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi armanca nirxandina rewşa siyasî civînekê ji şêniyên bajarê Til Temirê re li dar dixe. (12.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

-Tevgera Ciwanên Ermenî ya bajar Dirbêsiyê û Mala Çanda Ermenî şevbuhêrekek hunerî li Navenda Çand û Hunerê li dar dixe. (16.00) BI WÊNE Û DÎMEN.