’Şaneya hikumeta veguhêz a plan dikir êrişî Siwêdayê bike hat têkbirin’ 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî diyar kir ku şaneyeke hikumeta veguhêz ku plan dikir ewlehiya herêmê xirab bike û êrişan pêk bîne hat girtin.

’Şaneya hikumeta veguhêz a plan dikir êrişî Siwêdayê bike hat têkbirin’ 
4 kanûn, 2025   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê der barê geşedanên çend rojên dawîn de daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, " Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku bi rêbazên cuda hewl dide şêniyên Cebel bixwe bin kontrola xwe,  vê carê li beramberî pereyên ku bi xwîna sivîlan qirêj bûye, ajanên xwe di hundirê de ava kiriye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî wergirtina agahiyên piştrast şaneyek hat destgîrkirin û hate gotin "Di lêpirsîn, mikurhatin û delîlan de piştrast bû ku hikumeta veguhêz bi rêya hevdîtinên rasterast û peywendiyên medyayî şaneyek ajanan ava kir da ku piştre çarçoveya wan berfireh bike.

Li gorî daxuyaniyê, plana şaneyê "Rêzeêrişên terorî li deverên giştî û aktîv, sûkên serke û avahiyên fermî jî di nav de pêk bîne, sembolên olî û kesayetên fermî bikujiin, li eniyên bakur û rojavayê êrişan pêk bînin, xetên parastinê binpê bikin û komkujiyan li dijî şêniyan bikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wekî beşek ji vê planê, rûpelên nûçeyên xwecih yên hatin çêkirin da ku nûçeyên derew belav bikin. Hate diyarkirin ku dezgehên Parêzvanên Nîştimanî tayên komployê keşif kir, piraniya ajanên têkildar nas bikin û destgîr kirin, piştre tevî delîlan wan sewqî dozgeriyê kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 2 endamên Hêzên Parêzvanên Siwêdayê ku bêrêzî li girtiyan kirin, hatin destîgkirin û dê werin cezakirin.  Hate gotin, saziyên Siwêdayê li gorî qanûn û sîsteman kar dikin û ev nêzîkatî şexsî ne.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin 2 kesên destgîrkirin mirine û der barê wan de ev agahî dan "Li gorî raporên tiba edlî, sedema wefatekê bikaranîna zêde ya dermanê li djiîn bilindbûna tensyonê bû û ya duyemîn jî krîza dil bû. Têkiliyên her du wefatan jî bi mercên ragirtina wan nîn e."

Fermandariyê zanîn ku ’’malbatên hêja û bi rûmet ên kesên hatine destgîrkirin rewş fêm kirin û ji nêzîktiyên zarokên xwe nerazî ne.’’

Fermandariya Giştî ya Parêzvanên Siwêdayê spasiya şêniyên kir ku ’’di têkbirina komployê de tevkar bûn’’ û diyar kir ku ew ê li gorî baweriya ku şêniyan dane wan bin.

(bb)