Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Li taxa Zehra ya bajarê Humsê cenazeyê ciwanekî kuştî hat dîtin.

Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
3 kanûn, 2025   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ragihand ku ciwanê bi navê Yamin Xidir El Hemûd (21) îro kuştî li bajarê Humsê hat dîtin.

Yamin El Hemûd ku ji taxa Zehrayê ye ku piraniya niştecihên wê Elewî ye, di xwaringehekê de dixebitî.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me dane, Yamin di saetên nîvro de dema ku xwarin digihand herêma Himêdiyê winda bû û piştî çend saetan kuştî hat dîtin. Di serê wî de şopa guleyekê hebû.

Cenazeyê Yamin El Hemûd veguhestin Nexweşxaneya El Wetenî.

(bb)