ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 - 09 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 - 09 - 2024
4 îlon, 2024   02:00

Rewşenbîrên kantona Cizîrê destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, têrê nake û diyar kir ku divê gelê herêmê vê têkoşînê mezintir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zarokekî xwe di oxira jiyana azad de şand nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê, ew bixwe ket ser riya azadiya jinê û kurekî wê jî di eniya parastinê de kar meşand. Li gel kurê xwe bû hedefa nemerdan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandarê giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hêzên meclisê planên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dagirkirina gundên kantonê têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya Avê ji bo ku daxwazên şêniyan pêk bîne û avê ji Dirbêsiyê re peyda bike, hewldanên xwe didomîne. Ji bilî 5 bîrên ji nû ve xebitandine, saziyê 13 bîrên din xistin meriyetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Hesekê û saziyên wê li bin konê ku li navenda bajêr tê vedan, sersaxiyê didin malbata şehîd Ela Xelef Berîş, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina SARA ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan der barê bûyera kuştina jinekê ji aliyê bavê xwe ve li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de, d li pêşiya navenda rêxistinê ya taxa Şêxmeqsûd axuyaniyekê dide, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Qamişlo endamê rêvebertiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Dijwar Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan vedişêrin, saet di 17:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)