Li ser mewsima zeytûnan di navbera çeteyan de şer derket

Bi nêzîkbûna mewsima berhevkirina zeytûnan re, ji bo destdanîna ser zeviyên zeytûnan ên şêniyên Efrînê, şer û pevçûnên dijwar di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de zêde dibin.

Li ser mewsima zeytûnan di navbera çeteyan de şer derket
3 îlon, 2024   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Serçeteyê ʹFirqeya Sultan Muradʹ bi navê Ednan El Xuwêlid (Ebû Welîd El Ezî) dest danî ser zeviyên zeytûnan ên welatiyên li gundewarên bajarokê Bilbilê yê Efrîna dagirkirî. Ji ber wê di navbera çeteyan li bajarok de jî şer û pevçûnên giran rû da.

Malpera Efrîn Post li ser ziman çavkaniyên xwe da zanîn ku çeteyên "Firqeya El Hemzat" hewl da bi darê zorê dest deyne ser mal û milkên şêniyên gundê Qestela Miqdad ê bajarokê Bilbilê. Lê beriya beriya wê jî çeteyên " Firqeya Sultan Murad" dest danîbû ser gund. Ji ber wê di navbera herdu koman de şerekî dijwar derket, çekên sivik, navîn û RPG hatin bikaranîn.

Malperê diyar kir ku di encama pevçûnan de ji herdu aliyan birîndar çêbûn û hin çeteyên "Sultan Murad" ji aliyê çeteyên "El Hemzat" ve hatin dîlgirtin. Her wiha çeteyên "El Hemzat" bi hevkariya çeteyên "El Emşat" rêbendeke kontrolê û nuqteyeke leşkerî ya "Sultan Murad" kontrol kir.

Her wiha hat zanîn ku piştî destwerdana artêşa Tirk a dagirker pevçûn rawestiya.

(mh)