Di 5ʹê Îlonê de ji bo Gulistan û Hêro çalakî tên lidarxistin

Yekitiya Rojnamevanên Jinên Kurdistan (ROJIN) daxuyand ku di 5’ê Îlonê de li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li Brukselê wê çalakiyê li dar bixin û got, “Ji bo şermezarkirina terora dewletan û parastina mafê rojnamevaniyê dengê xwe bilind dikin.”

Di 5ʹê Îlonê de ji bo Gulistan û Hêro çalakî tên lidarxistin
4 îlon, 2024   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’yê Tebaxê de di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Silêmaniyê hatin qetilkirin, wê li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek bê lidarxistin. 

Çalakî li ser banga Yekitiya Rojnamevanên Jinên Kurdistan-ROJIN wê 5’ê Îlonê roja pêncşemê saet di 15.00’an de li kolana Franklin Roosevelt 115, 1000 Bruxelles a ku Konsolosxaneya Iraqê lê ye, bê lidarxistin.  

ROJIN'ê banga tavlêbûn û hevgirtinê li rojnamevan û dostên ROJIN'ê kir û ev agahî hatin dayîn:  “Di Tebaxa 2024’an de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê 2 rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Rojnamevan ne tenê li Kurdistanê, li hemû cîhanê – bi taybetî jî li herêmên şer û pevçûnan lê hene- ji ber ku heqîqetê radigihînin, têne qetilkirin. Em ji bo şermezarkirina terora dewletê û parastina mafê rojnamevaniyê dengê xwe bilind dikin. Em weke rojnamevanên Kurd ji bo şermezarkirina komkujiya Seyîdsadiq a di 23’yê Tebaxê pêk hat û bîranîna hevalên xwe yên hatin qetilkirin li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li Brukselê bên gel hev. Em we, hevrêyên xwe û hemû dostên xwe vedixwînin çalakiya şermezarkirinê.”