ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-04-2026
4 nîsan, 2026   02:00

Rêber Abdullah Ocalan der barê artêşbûna jinan de dibêje “Daxwaza jinan a artêşbûnê bi daxwaza wan a azadiyê ve girêdayî ye.” BI WÊNE 

Xelkê gundewarên Aliyan got mafê wan e ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin û di nav wan de be. BI WÊNE Û DÎMEN

Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku gelê Kurd di Newrozê de bi yekdengî peyama ku ew ku aştîxwaz in û demokrasiyê dixwazin da û divê bi qasî ku Kurd li vê pêvajoyê difikirin, civakên din jî bibin alîkar. BI WÊNE Û DÎMEN

Koma duyemîn a koçberên Efrînê vedigerin warên xwe, karwana vegerê ya ji 200 malbat pêk tê, saet 06.00ˊan, ji Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya bajarê Qamişloyê bi rê dikeve. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya 4ˊê Nîsanê, Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li bajarên Rojava çalakiyên curbicur weke civîn, şahî û çandina daran pêk tên. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskarê Kurd Asim Emîn diyar kir ku Sûriyeyê di rewşeke aloz û tevlihev de ye ku mafên pêkhateyên olî û etnîkî ji ber nebûna edaleta veguhêz û zêdebûna zimanê nefretê bi, têne çeiwsandin. Emîn da zanîn ku aramiya siyasî û civakî bêyî hesabpirsînê û avakirina destûrek berfireh, nayê bidestxistin. BI WÊNE