Fars: Îranê pêşniyara Amerîkayê ya agirbesta 48 saetan red kir

Çavkaniyekî ji Farsˊê re aşkera kir ku Tehranê pêşniyara Washingtonê ya agirbestek 48 demjimêran red kiriye.

Fars: Îranê pêşniyara Amerîkayê ya agirbesta 48 saetan red kir
3 nîsan, 2026   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Fars a Îranê, îro ji çavkaniyek ku navê wî nehatiye aşkerakirin, ragihand ku Tehranê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo agirbestek 48 demjimêran red kiriye.

Çavkanî anî ziman ku pêşniyar duh bi rêya dewletek dîtir ku navê wê di raporê de nehatiye bibîrxistin hatiye pêşkêşkirin.

(fr)