Festîvala Amara ya ji bo Rojbûna Rêber Apo bi dawî bû

Mîhrîcana Rojên Amarayê ji bo 77ˊemîn Rojbûna Rêber Apo hat lidarxistin bi coşeke mezin bi dawî bû.

Festîvala Amara ya ji bo Rojbûna Rêber Apo bi dawî bû
3 nîsan, 2026   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Festîvala Rojên Amarayê bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê Azad ber bi Yekitiya Demokratîk ve” li parqa 4ê Nîsanê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin.

Bi hezaran kes tevlî festîvalê bûn.

Girseyê li ber stranên hatin gotin govend gerandin û dirûşmeyên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Her wiha girseyê wêneyê mezin ê Rêber Apo jî li parqa festîvalê demekê dirêj gerandin.

Girse li ber stranên hatin gotin bi coşeke mezin rojbûna Rêber Apo pîroz kirin û bênavber dirûşm berz kirin.

Her wiha strana “Pîroz be cejna te pîre dilê me” ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatiye nivisîn çirayên telefonê pêxistin û stran dubarê kirin.

Her li ser dikê wêneyê Mustafa Dag û Mahsun Karaoglan ku di 4’ê Nîsana 2009’an de li ser rêya Amara di êrişa cendermeyan de hatin kuştin jî hat vekirin.

Herî dawî Aram Serhat derket ser dikê û bi stranan gel coşand.