ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-03-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-03-2025
4 adar, 2025   02:00

Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ku tişta li ser jinan hatiye ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye û dibêje; "Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke gund-cotkariyê heye, ewqasî hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke jinê heye."

Lêkolînerê ji Misirî yê pisporê têkiliyên navneteweyî Îslam El Mensî destnîşan kir ku Rêber Ocalan dikare roleke dîrokî ya mezin bilîze ku wê dawî li krîzên bi dehan salan, mezhebperestî û nîjadperestiyê bîne.

Jinên ji bajarê Çilaxa 8’ê Adarê pîroz kir û têkildarî têkoşîn û îradeya xwe peyamên kurt pêşkêş kirin.

Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê li bajarên Meskenê û Dêr Hafirê 4 jeneratorên kehrebeyê danîn.

Jinên bajarê Çilaxa banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bi coş pêşwazî kir û got: “Ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê pêwist e Rêbertî azad be û pêvajoyê bi rê ve bibe.”

Kongra Star a Çilaxa li hola PYD’ê, bi boneya 8’ê Adarê civînekê li dar dixe, (10:00).

Nivîsgeha PYD’ê ya Çilaxa der barê banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan de li avahiya xwe civînekê organîze dike, (11:00)

Xelkê bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Ehmed Cêşî Yasîn li goristana şehîdan a Şedadê defin dike, di merasîma definkirinê de ji bo şervanê QSD’ê şehîd Elî Hisên Hemade û endamê Hêzên Xweparastinê şehîd Ebdulmecîd Mihemed merasîmeke xiyabî li dar dixe, (11:00).

Di çarçoveya lidarxistina çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê de, Kongra Star li bajarên Hesekê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê serdana sazî, meclisên sivîl û leşkerî dike, (11:00).

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hevkariya rêveberiya kampa Erîşa ya li başûrê Hesekê beşeke din ji koçberên Sûriyeyî yên li kampê, ku ji 80 malbatan pêk tê, derdixe, (12:00)