Balafirên Îsraîlê nuqteyên li berava Sûriyeyê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê nuqteyên nû li berava Sûriyeyê hedef girtin û got ew nuqte depoyên çekan ên rejîma Sûriyeyê ya berê ne.

Balafirên Îsraîlê nuqteyên li berava Sûriyeyê bombebaran kirin
3 adar, 2025   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li berava Tertûsê û gelek herêmên berava Sûriyeyê dengê teqînên xurt hat bihîstin. Her wiha artêşa Îsraîlê daxuyand ku wê nuqteyên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê ya berê li bajarê Qerdaha bombebaran kirine.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser kanala xwe ya Telegramê got, "Artêşê beriya çend kêliyan li herêma Qerdaha ya Sûriyeyê nuqteyên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê ya berê ku tê de çek dihatin depokirin, bombebaran kirin."

Adraee diyar kir ku artêşê tiştên li eniya Sûriyeyê dibe dişopîne û ji bo parastina welatiyên Îsraîlê wê her tiştî bike.

Li aliyekî din jî rojnameya "El Weten" a Sûriyeyê diyar kir ku li nêzî bajarê Tertûsê ji aliyê bakurê ve dengê teqînan hat bihîstin û anî ziman ku dibe ku Îsraîlê nuqteyeke leşkerî ya li nêzî otostrada Tertûs-Banyasê bombebaran kiriye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di hefteya borî de diyar kiribû ku balafirên Îsraîlê ji 8’ê Kanûnê heta dawiya 2024’an ve zêdetirî 500 caran êrişî nuqteyên leşkerî yên li Sûriyeyê kiriye.

(fr)