’Divê Rêber Apo pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe’

Jinên ji bajarê Çilaxa banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bi coş pêşwazî kir û got: “Ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê pêwist e Rêbertî azad be û pêvajoyê bi rê ve bibe.”

’Divê Rêber Apo pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe’
4 adar, 2025   07:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Di 27’ê Sibatê de şandeya DEM Partî bi Rêber Abdullah Ocalan re li girtîgeha Îmraliyê hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li bajarê Stenbolê hat lidarxistin û tê de banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan hat xwendin.

Ev banga ku bi mîlyonan kes li bendê bûn, wekî banga dîrokî hat binavkirin û wekî derfeta pêkanîna aştiyê li Tirkiyeyê hat dîtin.

Di wê çarçoveyê de ajansa me nêrînên jinên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê girtin.

Welatiya bi navê Meyade Remedan got: “Piştî 13 salan em bi dîtina wêneya Rêber Abdullah Ocalan û guhdarkirina li peyama wî gelekî kêfxweş bûn. Di sala 2013’an de cara dawîn bû ku me ew dîtiye. Me hêvî dikir ku banga wî bi dîmen bûya da ku em li dengê wî yê ku me ji 26 salan ve guhdar nekiriye, guhdar bikin.”

Meyade Remedan destnîşan kir ku banga aştiyê ne tiştekî nû ye, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan her tim banga aştiyê kiriye, lê dewleta Tirk a dagirker xwedî li van bangan dernediket û her tim hewl dida pirsgirêka Kurdî bi çek tune bikira û got: “Rêbertî diyar kir ku armanca hildana çekê û destpêkirina şoreşa çekdarî parastina pirsgirêka Kurd ji siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk bû. Banga Rêbertî zelal e û tevgerîna li gorî wê dê aştiyê li Rojhilata Navîn pêk bîne.”

Meyade Remedan wiha domand: “Ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê divê Rêbertî azad bibe û qonaxê bi rê ve bibe. Divê desthilata Tirk gavên cidî biavêje û Rêbertî bi serbest berde ku qonaxê bi rê ve bibe û aştî misoger bibe."

Meyade Remedan diyar kir ku pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan armanceke sereke ye û li gorî wê, ew ê berxwedana xwe bidomînin û got: “Azadiya me bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye.”

Nezhe Sêfedîn destnîşan kir ku tevî banga Rêber Abdullah Ocalan û agirbesta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker deverên Kurdan bombebaran dike, ji ber wê divê ew li gorî daxuyaniya xwe tev bigere.

Nezhe Sêfedîn diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo birêvebirina qonaxê mercekî sereke yê destpêkirina pêvajoya aştiyê ye.

Sekîne Hec Mehmûd jî kêfxweşiya xwe bi guhdarkirina banga Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û got: “Em bi Rêberê xwe û banga wî bawer in. Lê belê tecrûbeyên berê yên Tirkiyeyê dihêle em bi îdiayên wê ne bawer bin. Ji bo xwe îsbat bike jî, divê ew Rêbertî serbest berde. Ji ber ku em bi hêza wî ya biserxistina aştiyê bawer in. Her wiha divê hemû girtî werin berdan û destûreke nû were sazkirin."

(mh/fr)

ANHA