ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-01-2026
3 ÇILE, 2026   02:00

Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman diyar kir ku mafên jinan ne mijara tawîzan in û jin hevkarên neteweyî yên bingehîn in. Leylayê destnîşan kir ku nenavendîbûn rêya wan a bingehîn e. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê peyama dawîn a Rêber Abdullah Ocalan wek nexşerêya çareseriya demokratîk ji bo Sûriyeyê nirxand û diyar kir peyam banga entegrekirin û nenavendîtiyê dike û hêviyên sûriyeyiyan bi cih tîne, lê dewleta Tirk astengiyan derdixe. (BI WÊNE)

Jinên berxwedêrên bendava Tişrînê diyar kir ku hevgirtina gel a bi QSD’ê re li pêşiya armancên dagirkirinê bû bend û serketin mîsoger kir.

Koma Kevneşopî ku bêyî amûrên muzîkê stranan dibêje, çand û hunera kurdî nîşan dide û bîranînên şehîdan zindî dike.

KNKˊê bi sernavê "Pêwîstiya yekrêziya Kurdistanê, xebata hevbeş ji bo rûbirûbûna guhertinên pêşbînkirî yên pêşerojê li herêma Rojhilata Navîn" semînerekê li hola Parka Azadî ya Qamişloyê, dide, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê cenazeyên şervanên QSDˊê şehîd Ebdulqadir El Xelef û Mihemed Taha Mistefa li Pakrewangeha Şehîdan a bajarokê Hikumî, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN