Dewriyeyek Îsraîlê derbasî rojavayê Derayê bû

Dewriyek Îsraîlê derbasî deverên gundewarê rojava yê Derayê bû, piştî demekê jî ji wir vekişiya.

Dewriyeyek Îsraîlê derbasî rojavayê Derayê bû
2 ÇILE, 2026   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku dewriyeyek Îsraîlê derbasî devera Siriyet Cumle ya herêma Yermûk a rojavayê Derayê bû.

Hat zanîn ku dewriye ji 4 wesayîtên leşkerî û nêzî 20 leşkeran pêk hat.

Hat diyarkirin ku piştî demeke kurt ew dewriye ji wir vekişiya.

Girêdayî wê, duh dewriyeyek artêşa Îsraîlê ku ji 2 erebeyên "Hilux" pêk dihat derbasî gundên Ednaniyê, Um El Izam û Riwêhînê yên bakurê Quneytîrayê bû û piştî demekê vekişiya.

(mh/fr)