Li Til Hasilê parêzer Elaedîn Kalo hat revandin

Komeke çekdar a girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê parêzer Elaedîn Xalid Kalo yê ji bajarokê Til Hasilê yê başûrê Helebê revand.

Li Til Hasilê parêzer Elaedîn Kalo hat revandin
2 ÇILE, 2026   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyeyê diyar kir ku komeke çekdar li Til Hasilê parêzer Elaedîn Xalid Kalo revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Rêxistinê diyar kir ku parêzer nexweş bû, rewşa wî ne baş bû, ev jî metirsiyê li ser jiyana wî çêdike.

Li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rewşên revandin û binpêkirinên li dijî welatiyan zêde bûne hemwextî wê jî agahî li ser çarenûsa revandiyan nayên zanîn.

(mh/fr)