ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-12-2023
2 kanûn, 2023   02:00

Rêwîtiya têkoşînê ya şehîd Norşîn Serhed bi guhdarîkirin li kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Norşîn Serhed li gelek deveran tê koştiya û di rêya azadiyê de şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di operasyonên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên meha Mijdarê de, çeteyek hat kuştin,  jê 3 serçete bi giştî 16 çete hatin girtin. (BI WÊNE).

Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê rewşa jiyanî ya li herêmê metirsîdar dike. Li herêmê nexweşxane di rewşa awerte de dixebite û perwerde hatiye rawestandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de diyar kir ku ew armanca êrişên wan nas dikin û helwesta wan sekna li hember wan êrişan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê li gundê Edne yê navçeya Sirînê du malbatan li hev tîne, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Şêwirî ya Kongreya Îslama Demokratîk di çaçroveya piştevaniya bi pêngava cîhanî ya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de de, civînekê ji xetîb û îmanên mizgeftên kantona Qamişloyê  re li dar dixe, civîn li hola Sandîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlan tê li darxistin, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişloyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Nacî El Şercî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan vedişêrin, saet di 11.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Amadekar a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji doza kurd re çareseriya aştiyane” ya Kongeya Îslama Demokratîk ji bo meleyên meclisa hesekê civînekê li mizgefta Museb Bin Omeyir li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Erka Xwe Parastinê Basil Amir Silêman li goristana şehîd Dijwar a Hesekê oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xwe Parastinê Ednan Cubran El Ebdullah li goristana şehîdan a Minbicê oxir dikin saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA