Di mehekê de 16 çete hatin girtin

Di operasyonên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên meha Mijdarê de, çeteyek hat kuştin,  jê 3 serçete bi giştî 16 çete hatin girtin.

Di mehekê de 16 çete hatin girtin
2 kanûn, 2023   05:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ′ê û çeteyên girêdayî hikumeta Şamê dewam dikin. Di çalakiyên meha Mijdarê de jê 3 serçete, bi giştî 16 çeteyên DAIŞ′ê hatin girtin.

OPERASYONÊN QSD′Ê

Yekîneyên Antî Teror (YAT) yên girêdadyî QSD′ê operasyonek li bajarê Reqayê li dar xist. Di encamê de serçeteyê bi navê Mihemed Sexir El Bekir (Xalid El Şamî) hat girtin. Serçete Xalid El Şamî wezîfeya cîgirê berprisê "Eyaleta Şamê" wergiritbû û beşdarî êrişa Çileya 2022′yan a li ser girîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê bûbû. Her wiha yek ji berpirsên sereke bû ku planên êrişan li ser Sûriyeyê bi taybet li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê datanî.

QSD′ê roja duşemê 20′ê Mijdarê operasyonek li bajarokê Kerama yê gundewarê rojhilatê Reqayê li dar xist. Di operasyonê de çeteyê bi navê Mihemed Mehmûd Hemade hat girtin. Çete karê revandina "Eşbal El Xîlafa" ji kampan dikir. Di heman dîrokê de QSD′ê operasyonek li bajarê Hesekê li dar xist û di encamê de çeteyekî şaneyên DAIŞ′ê hat girtin. Çeteyê ku navî wê nehat aşkerakirin di pêkanîna êrişan li dijî QSD, welatiyan û saziyên Rêveberiya Xweser ên li Hesekê de çalakî bû.

OPERASYONÊN HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN

Roja sêşemê 7′ê Mijdarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi operasyonekê serçeteyekî şaneyên DAIŞ′ê li gundwarê bajarokê Til Koçerê yê kantona Qamişloyê girt.

Roja înê 10′ê Mijdarê, di operasyonekê de çeteyekî hêzên hikumeta Şamê hat girtin. Li gel çete çekek kilaşînkof, 2 tivingên brono, 12 cercûrên tivingê, 6 telefonên destan, amûreke pêwendiya satelîtê ya Thuraya, 4 rext, 104 guleyên kilaşînkof, 2 cilên leşkerî, 2 demançe û guleyên wê, 8 guleyên BKC û 28 tivingên nêçîrê hatin dîtin û hatin desteserkirin.

Roja yekşemê 12′ê Mijdarê bi operasyonekê 2 çeteyên  DAIŞ′ê li bakurê Dêrazorê hatin girtin.

Di operasyoneke din ku roja pêncşemê 23′yê Mijdarê li gundewarê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê hatibû lidarxistin de, 2 çeteyên DAIŞ′ê hatin girtin û çeteyek hat kuştin. Çete yê hatî kuştin "emîrê zekatê li herêma başûr" bû û planên êrişan li dijî herêmên başûr saz dikir. Li gel çeteyan çekek kilaşînkof, 8 cercûrên kilaşînkof, kemberek bombeyî, bombeyek destan û 2 rextên leşkerî hebûn, hatin desteserkirin. Di heman dîrokê de opersayonek li Dêrazorê hat lidarxistin. Di encamê de 4 çeteyên hikumeta Şamê yên beşdarî kiryarên xirabkirinê bûbûn hatin girtin û çekên li gel wan; kilaşînkof, 3 tivingên nêçîrê, bombeyek destan, 3 telefonên destan, çekekî spî, 6 gule û belge hatin desteserkirin.

Hêzên ewlekariyê bi operasyonekê ku roja yekşemê 26′ê Mijdarê li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê li dar xistibûnde, berpirsê biçekirina şaneyên çeteyên DAIŞ′ê girt.

Di operasyona HAT′ê ya 29′ê Mijdarê de 2 çeteyên hikumeta Şamê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatin girtin û çek û alavên peywendiyan ên li gel wan hatin desteserkirin.

(bb)

ANHA