ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-09-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-09-2025
2 îlon, 2025   02:00

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê di pêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê ya der abrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sînordar dimîne.  Qebûl nake bi temamî xalên peymanê pêk werin.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û koçberên ji Efrînê, xwesteka xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman. Şêniyan dan zanîn ku ew  bi bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan bawer in û ew wekî "rizgarkerê serdemê" bi nav kir. BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên  kantona Dêrazorê diyar kir ku bi yekitiya nîştimanî ya di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de rê li ber dubarkirina komkujiyan tê girtin. Şêniyan daxwaz kir ku siberoja Sûriyeyê bi avakirin û lihevkirina nîştimanî pêk were. BI WÊNE Û DÎMEN.

Malbata El Mislih a ji bajarê Til Birakê ev 40 sal in bisikletên xirabe temîr dike. BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên bajarê Qamişloyê pesnê nameya Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dan û got: "Rê li ber herkîna xwînê digire û li ber aştî û ewlehiyê vedike." BI WÊNE Û DÎMEN.

Festîval Hunera Zarokan bi dirûşma "Em jî dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin" li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê dike. Festîval ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hatiye organîzekirin wê du rojan dewam bike. (09.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî ji malbata endamê TEV-DEM’ê Hayik Qertmînî re dixwazin. Konê sersaxiyê li taxa Cûdî (Qenat Siwês) tê vedan. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

10’emîn Festîvala Hunera Zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarê Girkê Legê di roja xwe  ya duyemîn de dewam dike. (16.00) BI WÊNE Û DÎMEN.