Şêniyên Qamişloyê: Peyama Rêber Apo rê li ber aştî û ewlehiyê vedike

Şêniyên bajarê Qamişloyê peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê da û got, rê li ber herkîna xwînê digire û li ber aştî û ewlehiyê vedike.

Şêniyên Qamişloyê: Peyama Rêber Apo rê li ber aştî û ewlehiyê vedike
2 îlon, 2025   07:20
QAMIŞLO

Rêber Abdullah Ocalan bi boneya 1’ ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek şand. Rêber Abdullah Ocalan di peyamê de gotiye "Banga me ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk, ne gaveke siyasî ya jirêzê ye; gaveke stratejîk e û qonaxeke dîrokî ye. Bi vê bangê re hem li Tirkiyeyê hem jî li seranserî Rojhilata Navîn, deriyên serdemeke nû ya jiyaneke demokratîk a ser bingeha aştiyê heta dawiyê hatine vekirin ku dê şûna şer û wêraniyan bigire."

Di 27’ê Sibatê de jî Rêber Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kiribû.

Der barê peyama Rêber Abdullah Ocalan de şêniyên bajarê Qamişloyê nêrînên xwe anîn ziman.

Jina bi navê Şeha Bercis Seîd anî ziman ku peyama Rêber Abdullah Ocalan peyama aşt û azadiyê ye û got, name ji bo gelên Tirk û Kurd bi sûd e, divê dewleta Tirk jî piştgiriyê bide vê nameyê û gavên cidî ber bi aştiyê ve biavêje.

Şeha xwest herkîna xwînê were rawestandin û bang li tevahî jinên li Tirkiyeyê kir ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê .

Şeha diyar kir ku gelê Kurd heya dawiyê piştgiriyê dide hewldanên Rêber Abdullah Ocalan û ev bang li desthilatdariya Tirk kir "Deriyê aştiyê veke, deriyê demokrasî û azadiyê veke. Êdî bes e. Em xêr û aştiyê dixwazin. Em xwînê naxwazin. Mafên me hene. Mafê me ye em bi azadî û aştî bijîn û bi zimanê xwe biaxivin. Hûn behsa aştiyê dikin lê hûn nahêlin dayikeke Kurd bi zimanê xwe biaxive. Me zimanê Tirkî û yên gelên din qedexe nekiriye. Her gulek bi reng û bêhna xwe xweş e. Em Kurd jî dixwazin bi zimanê xwe biaxivin û li welatê xwe bi gelê Tirk re bi aştî,demokasî û azad bijîn."

Şeha anî ziman ku gelê Rojava piştgiriyê dide banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku Rêber Apo bi peyama xwe rê li ber herkîna xwînê digire û dixwaze her kes bi aramî û aştî bijî.

Jina bi navê Mura Zoro jî kêfxweşiya xwe bi peyama Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û got: "Rêbertî bi vê nameyê rê li ber aştiya Rojhilata Navîn vedike. Em piştgiriyê didin peyama wî û gavên wî yên aştiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd ve."

Mura Zoro di dewama axaftina xwe de got: "Em dixwazin pirsgirêka Kurd were çareserkirin, gelê Kurd bi zimanê xwe û çanda xwe bi aştî û hezarkirin bi gelê Kurd, Ereb, Faris û gelên din re bijî. Em dixwazin mîna tevahiya gelên cîhanê bi azadî û aştî bi Rêberê xwe re bijîn."

Şêniyê bi navê Ebdurehman Aşîtî jî bi bîr xist ku banga Aştî û Civaka Demokratîk ne îro hatiye kirin û wiha domand "Rêber Abdullah Ocalan di salên 1980’î û 1990’î de jî banga aştiyê kiribû û ji bo pirsgirêka Kurd çareserî pêşkêşkê kiribûn. Banga îro jî ne tenê girêdayî qedera civakê, lê belê mijareke stratejîk e."

Ebdurehman Aşîtî diyar kir ku PKK’ê çekên xwe şewitandin, lê dewleta Tirk heya niha tu gav neavêtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em heya dawiyê piştgiriyê didin gavên Rêber Abdullah Ocalan da ku pirsgirêka Kurd bibe rojeveke cîhanî."

(bb)

ANHA