ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-07-2024
2 tîrmeh 2024   02:00

Şêniyên kantona Minbicê diyar kir ku hevgirtin û berxwedan rêya yekane ya têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Riyad El Wiheylî diyar kir ku bêdengiya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Iraqê cesaretê dide wê ku zêdegaviyên xwe bidomîne. El Wiheylî xwest balyozê Tirk ji Iraqê were qewitandin. (BI WÊNE).

Dewleta Tirk a dagirker di meha Hezîranê de 6 êrişên dagirkriyê li Êlih, Bedlîs, Gever, Agirî, Wan û Amedê yên Bakurê Kurdistanê pêk anîn. (BI WÊNE).

Xalid El Elî solbendiyê yekane li kantona Tebqayê kir ku bi pisporî û afrînerî vê pîşeyê dike û pêşkêşî muşteriyên xwe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêxistinên Civaka Demokratîk, Yekitiya Rewşenbîran bi hevkariya Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê pêşangeha duyemîn a pirtûkan li navenda Çand û Hunerê vedike. Saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Werzîşê ya Kantona Cizîrê û Nivîsgeha Lîstokên Ferdî turnuvayeke karate li navenda meclisê ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêxistina Kongra Star a bajarê Dêrikê şehîd Zîlan bi bîr tîne. Bîranîn li navenda PYD’ê tê lidarxistin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Atolyaya  Koordînasyona Jinan a MSD’ê ya di çarçoveya  stratejiya nîştimanî ya ji bo pêşxistina rola jinan de, di roja duyemîn de li avahiya meclisê ya li Reqayê dewam dike, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Minbicê şehîdê Hêzên Cebhet El Ekrad Yûsif Raîd El Ebid li Pakrewangeha Şehîdan oxir dikin, saet 17.30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Fatureya şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji bo Kurd û Ereban gelekî giran e. Tirkiye wek aliyekî şerê li Sûriyeyê bûye sedema rijandina gelek xwînê.

ANHA