Ciwanên Çilaxa: Parastina destkeftiyên şoreşê erka me ye

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana 14’ê Tîrmehê em ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê serbixin" çalakiyek li bajarê Çilaxa li dar xist. Di çalakiyê doza parastina destkeftiyên şoreşê hat dayîn.

Ciwanên Çilaxa: Parastina destkeftiyên şoreşê erka me ye
Ciwanên Çilaxa: Parastina destkeftiyên şoreşê erka me ye
Ciwanên Çilaxa: Parastina destkeftiyên şoreşê erka me ye
Ciwanên Çilaxa: Parastina destkeftiyên şoreşê erka me ye
Ciwanên Çilaxa: Parastina destkeftiyên şoreşê erka me ye
Ciwanên Çilaxa: Parastina destkeftiyên şoreşê erka me ye
Ciwanên Çilaxa: Parastina destkeftiyên şoreşê erka me ye
Ciwanên Çilaxa: Parastina destkeftiyên şoreşê erka me ye
1 tîrmeh 2024   23:36
QAMIŞLO

Bi boneya nêzîkbûna salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê û salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiyek bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana 14’ê Tîrmehê em ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê serbixin" li dar xist. Çalakî  li hola Roj a li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê bi beşdariya şêniyê bajar, ciwan û endamên saziyên civaka sivîl hat lidarxistin.

Di çalakiyê de endama Yekitya Jinên Ciwan Medya Ebdullah diyar kir ku meha Tîrmehê meha berxwedan û serketinê ye û got: "Berxwedana 14’ê Tîrmehê qonaxeke dîrokî di dîroka gelê Kurd de ye. Bi rihê berxwedana berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya xwe dispêre projeya neteweya demokratîk bi pêşengiya jin û ciwanan dest pê kir."

Medya Ebdullah soza da ku mîraseya Berxwedana 14’ê Tîrmehê û destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin.

Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Mîlad El Akûb şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê û yên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi bîr anîn û got, bi saya keda şehîdan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan serkeftin bi dest xistine. Mîlad El Akûb got: "Parastina mîraseya berxwedanê û destkeftiyan erkeke dikeve ser milê me. Ji bo parastina xeta berxwedana ji êrişan divê em wekî ciwan xwe li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin. Em teqez dikin ku bi rihê Berxwedana 14’ê Tîrmehê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê em dê bi serkevin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin."

Piştî axaftinan xelekên govendê hatin gerandin û dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Bijî Şoreşa Rojava" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA