Şehîd Zîlan li Şamê hat bi bîranîn

Kurdên li Şamê dijîn şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) bi bîr anî.

Şehîd Zîlan li Şamê hat bi bîranîn
1 tîrmeh 2024   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) di salvegera 28’an a şehadeta xwe de li taxa Zorava ya Şamê hat bibîranîn.  Bîranînê bi amadebûna bi dehan Kurdên li Şamê hat lidarxistin.

Di bîranînê de nameya şehîd Zîlan hat xwendin. Piştre rêvebera rêxistina Kongra Star a Şamê Medya Raman jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan vegot. Medya diyar kir ku şehîd Zîlan bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi bandor bû û li ser vê yekê biryara têkoşînê da.

Medya destnîşan kir ku şehîd Zîlan li hemberî siyasetên înkirina gelê Kurd û li hemberî komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya fedaî kir.

Medya Raman soza domandina têkoşînê ta avakirina jiyanake azad û bi rûmet da.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(bb)

ANHA