ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2026
2 sibat, 2026   02:00

Lihevkirina di navbera QSD`ê û Hikûmeta Demkî hêvî da gelê Rojava û di heman demê de metirsiyên wan hene ku Hikûmeta Demkî mîna lihevkirina Şêx Meqsûd, Eşerefiyê, Dêr Hafir û Meskene binpêkir vê lihevkirinê jî pêk neyînin û binpê bikin.

Li Hemayê gel daxwaz dike biryara derxistina dozger û karmendên saziyên dadê ji xebatê, zelal bibe.

Jinên bajarê Kobanê diyar kir ku tevî dorpêça giran jî ew li ber xwe didin û dest ji xeta berxwedanê bernadin û got “Em bi hêza xwe bawer in û em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.”

Ragihandinên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê dest bi propagandaya projeya enerjiyê ya El Cibsê ya gundewarê Hesekê kir ku niha di pêkanînê de ye, lê ev proje di sala 2020ˊan de ji hêla Rêveberiya Xweser ve hate bidawîkirin û kete xizmetê.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê merasîmeke xiyabî ji bo şervanê QSDˊê şehîd Egîd Cemal ê li Reqayê şehîd bûye li pêş avahiya Kongra Star li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Dêrik û Girkê Legê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD û YPJˊê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN