`Em ditirsin ku ev lihevkirin careke dîtir were binpêkirin`

Lihevkirina di navbera QSD`ê û Hikûmeta Demkî hêvî da gelê Rojava û di heman demê de metirsiyên wan hene ku Hikûmeta Demkî mîna lihevkirina Şêx Meqsûd, Eşerefiyê, Dêr Hafir û Meskene binpêkir vê lihevkirinê jî pêk neyînin û binpê bikin.

`Em ditirsin ku ev lihevkirin careke dîtir were binpêkirin`
2 sibat, 2026   03:45
QAMIŞLO

Gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe ev lihevkirin qebûl kirin, lê belê di heman demê de metirsiyên wan hene ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyê çawa li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Dêr Hafir û Meskenê ev lihevkirin binpê kirin, vê carê jî lihevkirine pêk neyînin û binpê bikin.

Di vê çarçevê de welatiyê bi navê Xelîl Alûcî yê ji bajarê Amûde got ew lihevkirinê erînî dibînin û wiha berdewam kir:`Di vê lihevkirine de ya girîng şer rawestê û aramî li Rojava çêbibe. Metirsiyên me hene ku tişta li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimî dîsa dubare bibe`.

Welatiya bi navê Delal Xelîl anî ziman ku ji bo şer raweste ev lihevkirin gavekî erênî ye û wiha berdewam kir:`Bi vê lihevkirine re şerte ku gelê Kurd di destûrekî demokratîk ê nû de bighîje mafên xwe yên rewa`.

Delal Xelîl wiha got: "Eger şer biqewime em amade ne çek hilgirin û xwe biparêzin`.

Welatiyê bi navê Hesen Omerî jî diyar kir ku "Ez koçberê Serêkaniyê me. Lihevkirina di navbera QSD`ê û Hikûmeta Demkî de ji bo me hêviya vegera li malên me ye. Lê bele pêdivî heye ku hinek xalên girêdayî koçberan dibe ku zelaltir bibin û em dixwazin vegerin malên xwe."

ANHA