ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-12-2023
1 kanûn 2023   02:00

Siyasetmedarên Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên li dijî gundan û binesaziyê hewl dide şêniyan koçber bike da ku demografiya herêmê biguherîne û dagirkeriya xwe berfireh bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya ‘Pêngava Tolhildana Şehîdên Hêzên Têkoşîna li dijî madeyên Hişbirê′ de di mehekê de 5 operasyon li dar xistin û 62 qaçaxçî, bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê li ser amadekirina beşa çavdêriya taybet, beşa zarokan, vekirina klînîka çavan û anîna ambulansên nû dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li gorî çavdêran, şerê Îsraîl û Hemasê bandorê li herêma Rojhilata Navîn, cîhanê bi giştî û li dewletên hegemonîk mîna DYA, Rûsya, Çînê, Îran, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê dike. (BI WÊNE).

Di demekê de ku cîhanê bi şerê li Xezayê û agirbesta Hemas û Îsraîlê ve mijul e, şerê li Sûdanê girantir dibe. Metirsî hene ku senaryoya parçebûnê ya sala 2010′an de dûbare bibe. Gelo rewşa Sûdanê ber bi ku ve diçe? (BI WÊNE).

Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava bi dirûşma "Bi têkoşîn û berxwedana jinên êzidî em ê bi serkevin" konferansa xwe ya duyemîn li Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komeleya Wêngerên Sûriyeyî kongreya xwe ya duyemîn li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet di 10.30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şehîd Ehmed Efrîn ( Ehmed Silêman) konê sersaxiyê li ber mala wî ya li taxa Şêxmeqsûdê vedide, saet di 13:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meşa dirêj a ciwanan di roja sêyemîn de li Dêrikê tê pêşwazîkirin, saet di 16:30′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA