Şerê li Xezayê û bandora wê li cîhanê

Li gorî çavdêran, şerê Îsraîl û Hemasê bandorê li herêma Rojhilata Navîn, cîhanê bi giştî û li dewletên hegemonîk mîna DYA, Rûsya, Çînê, Îran, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê dike.

Şerê li Xezayê û bandora wê li cîhanê
1 kanûn 2023   05:41
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Ruxmî lihevkirina agirbesta li Xezayê, lê heta niha bandorên şerê Îsraîl û Hemasê li ser herêmê û tevahî cîhanê tê lêkolînkirin.

Lêkolîner û akademîseyn têkildarî şerê li Xezayê û bandora wê li Rojhilata Navîn û dewletên hegemonîk ji ANHA′yê re axivîn.

HEBÛNA DYA′YÊ LI ROJHILATA NAVÎN Û BANDORÊN WÊ LI UKRANYAYÊ

 Endamê Partiya Demokrat a desthilatdar li Amerîkayê û şîrovekarê siyasî Mehdî Afîfî got, Amerîka hîna elaqeyê dide Çîn û Rûsyayê, lê tevgerên vê dawiyê bûne sedema hewldana nêzîkkirina nêrînan ji Çînê re. Eîfîfî got: ′′Ev yek di serdana vê dawiyê ya serokkomarê Çînê bo DYA′yê de diyar bû. Her wiha di dema şer de liv û tevgerên wezîrê karên derve yê DYA′yê Anthony Blinken li herêmê zêde bûn da ku berdewama hebûna DYA′yê li Rojhilata Navîn piştrast bike."

Têkildarî Rûsyayê jî Efîfî diyar kir ku heta astekê mezin piştevaniya ji bo Ukranyayê tune ye û sedema vê yekê spart ku DYA′yê niha girîngiyê dide piştevaniya bi Îsraîlê re. Li gorî Efîfî ev nêzîktiyên ji aliyê DYA′yê  ve bibe ku bidin sedem ku Rûsyayê li herêmê berfireh bibe.

Efîfî destnîşan kir ku piştevaniya DYA′yê ya bi Îsraîlê re yek ji grantiyên îstiqrara li Rojhilata Navîn e û ev nirxandin kir: " Ji ber ku Îsraîl her tim li Rojhilata Navîn serkêş e, Washington pişta xwe bi hin peymanan (Îbrahîm) û peymana di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de girê dide da ku tevahî dewletan bêbandor bike."

RÛSYA WÊ NEKEVE ŞER

Lêkolînerê kar û barên Ewropa li Navenda El Ehram a Misirê Behaa Mehmûd jî diyar kir ku Rûsya şerê domdar ê Îsraîl û Hemasê bi kar tîne da ku bandora xwe berfireh bike û got: "Rûsya tev li Koma BRICS bûye. Demeke dirêj e ev kom hewl dide li dijî dolarê bisekinin û pergaleke nû li cîhanê ava bike. Di heman demê de Rûsya tev li blokên din mîna Şanghaî û yên ditir bûye.′′

Li gorî Mehmûd, di şerê Îsraîl û Hemasê de rola Rûsya tune ye, berdewam an rawestandina şer ne di destê Rûsyayê de ye, lê mijara şer girêdayî dewletên têkildarî şer (Îsraîl, Hemas, Misir û Qeterê).

Lêkolîner Mehmûd bandora şerê li Xezayê li Ukranyayê wiha nirxand: ′′Şerê li Ukranyayê hîna berdewam e, dewletên rojavayî israr dikin desteka çekan a ji bo Ukranyayê re bidomînin. Almaniya piştevaniya xwe bi Keîve re piştrast kir.′′

ÇÎN SERKEFTÎ YE

Doçentê lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Shaanxi ya li Çînê Sifan Seîd şerê Hamas û Îsraîlê mîna şerê du salên borî yê di navbera Rûsya û Ukraynayê de nirxand û got: ′′Lê şerê li Xezayê ji her duyan (Hemas û Îsraîlê) wêdetir diçe. Şerê Îsraîl û Hemasê beşek ji şerê demdirêj ê navbera hêzên hegemonîk  û hêzên nû ava bûne , bi taybet Rûsya û Çînê ye. Bê guman Çînê bi projeyeke mezin a çandî û aborî hatiye Rojhilata Navîn, ev jî dihêle ku hêzên rojavayî cidî bifikirin çawa bersivê bidin Çînê. Cara yekemîn e Çînê di dîroka dîplomasiya xwe de bi zelalî eleqeya xwe bi filistîniyan û Hemasê re nîşan dide û li dijî Îsraîlê radibe. Di vê tevliheviyê de Çînê ya serketî ye. Pêvajoya xilasbûna ji dolar û guherandina dolar bi yuan ê çînî bileztir bûye. Niha Erebistana Siûdî normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re rawestandiye. Îmarat jî peywendiyên xwe yên bi Îsraîlê re hêdî dike. Erebistana Siûdî û Çîn biryar dane ku li şûna dolar yuan weke pereyê sereke ji bo bazirganiyê  bi kar bînin, ev jî tê wê wateyê ku rojava bi taybetî DYA′yê wekî hêzên mezin ên yekane li herêmê nebin. Êdî dewletên Ereban  jî hêdî hêdî hîn dibin çawa ji Amerîkayê re bêjin na; ji ber vê yekê Çîn û Rûsya di şerê Îsraîl û Hemasê de serketiyên yekane ne. Helbet têkçûyînên sereke xizanên li herêmê ne. Lê ji bo hêzên mezin; tişta herî dawî ku divê em li ser bifikirin feqîr û jiyana wan a di bin bomberdûmanê de ye.”

Seîd got, bandora şerê Îsraîl û Hemasê li plana stratejîk a Çînê ya li herêmê erênî ye û ev li nirxandinên xwe zêde kir: " Tevgerên piştevaniya bi Ereb û Filistîniyan ne ji bo parastina mafên xelkên xaka wan hatiye dagirkirin e, lê belê berjewendiyên xwe yên mezin di êrişên li hemberî hegemoniya hêzên rojavayî de dibînin, an ku wargeha li dijî DYA û dewletên başûrî cîhanê yên paşketî xurt bikin."

ŞER DI XEZAYÊ DERBAS BIKE Û ROJHILATA NAVÎN BIDE BER XWE

Akademîsyen di warê têkiliyên navneteweyî de yê ji Îmaratê Salim El Kutubî bi lêv kir ku şer dê Xezayê derbas bike û ev şîrove kir: "Şer dê  Rojhilata Navîn bide ber xwe. Di encamê de dê bandorê li rêgeha normalîzekirina têkiliyên Riyad û Til Avîvê bike. Dibe ku şer bibe sedema zêdebûna aloziyan di navbera Ereban û Îsraîlê de. Di encamê de dê pêkanîna pêşketinên zêdetir di proseya normalîzekirinê de zehmet bibe."

El Kubutî îşart pê kir ku hineke faktor hene destekê didin dewama rêgeha normalîzekirinê û wiha nirxand: "Dewletên Ereban ên ku normalîzkirina têkiliyan bi Îsraîlê re ragihandibûn berjewendiyên wan ên aborî û ewlehî yên hevbeş bi Îsraîlê re hene. DYA′yê piştgiriyê dide normalîzekirinê û dewletên Ereban teşwîq dike ku gavan ber bi normalîzkirinê ve biavêjin."

El Kutubî li ser çarenûsa normalîzekirinê got: "Çarenûsa rêgeha normalîzekirinê dê xwe bispêre çend faktoran, ji wan faktoran şerên li Rojhilata Navîn, helwestên dewletên Ereban û asta piştevaniyê ku ji aliyê NY′yê ve were dayîn."

TIRKIYE BI AWAYEKÎ TÊRKER SÛDÊ JI ŞERÊ LI XEZAYÊ NAGIRE

Lêkolînerê kar û barên Tirkiye yê ji Misirê Kerem Seîd jî bi bîr xist ku piştî daxuyaniyên tund ên Erdogan ên li hember Îsraîl û serokwezîrê Îsraîlê, Tirkiye ji peymana dîlgirtiyan hat dûrxistin û di encamê de  ji her dan û standineke ya ji aliyê Îsraîlê ve dûr ket.

Kerem Seîd wiha got: "Ji vê zêdetirî rola Misir û Qeter navendî ye. Vê carê Hemas di wê baweriyê de bû ku vebijêrka herî guncaw ew e ku bi rêya Qahîre û Dewhayê birîna aloziya li Xezayê bikewîne. Tirkiye zêde sûdê ji vî şerî wernegirt. Dibe sûda yekane ku ji vî şer wergirtiye; têkiliyên xwe bi Qahîre re xurt bike, nemaze serdana wezîrê karên derve yê Tirk bo Misirê heta astekê dozên bi girêk ên navbera her du welatan (Misir û Tirkiye) de kêm kirin. Ya din, Tirkiye hewl da tewazuna xwe vegerîne da ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re biparêze. Partiya Saadet a Tirk pêşnûmeya qanûnekê pêşkêş kir da ku lêkolînkirina kelûpelên ku ji bo Îsraîlê têne hinardekirin, kalîte û mîqdara wan di ber çavan re werin girtin. Lê parlamenterên AKP′ê ev yek red kirin. Her wiha Tirkiye ragihand ku vekişîna balyozê wê ji bo şêwiran e ne ji bo qutkirina têkiliyan e."

Kerem Seîd îşart bi vê yekê kir ku Enqere formulek ji bo birêvebirina Xezayê pêşniyar kir û got, ev formul li ser bingehê pêkanîna hevsengiyek di navbera berjewendiyên Îsraîlê û berjewendiyên Filistîniyan de bû û got, Tirkiye ji bangên navneteweyî yên derbarê çareserkirina aloziya her du weletan de zêde dûr neket.

Seîd anî ziman ku Tirkiye girîngiyê dide têkiliyên bazirganiyê û projeyên enerjiyê ku hîna berdewam bikin. Her wiha diyar kir ku Tirkiye hewl dide xetekê bi DYA û hêzên rojavayî re veke da ku roleke navbeynkar bilîze û got: " Dibe ku ev nêzîkatî peyamek ji bo Îsraîl bû ku Tirkiye helwesteke hevseng dipejirîne û hemberî tu aliyekî ne alîgir e.”

ROLA ÎRAN

Li gorî lêkolînerê kar û barên Îranê Îyad El Mecalî, Îranê hewl dide bi rêya Hemasê kursiyek li pêşîn li ser maseya îstîsmarên siyasî bi dest bixe da ku cihê xwe yê herêmî xurt bike.

El Mecalî destnîan kir ku Îran ev yek bi rêya wekîlên xwe di gelek munasebetan de kiribû û wiha pêde çû: "Îran mekanîzmeyên zextê li Îsraîlê aktîf kirin da ku lihevkirina agirbestê pêk were û sînorek ji operasyonên leşkerî yên Hemas û Îsraîlê were danîn. Ev armanc di hesabên Îranê de nîv serkeftinek e. Bi dirêjkirina operasonên leşkerî re, Îran ji ber bêdengiya xwe û ji ber operasyonên xwe yên bisînor ên li başûrê Lubnanê, yên bi rêya moşekên Yemenê, her wiha bi operasyonên li dijî baregehên DYA yên li Iraqê, her wiha bi kerîdorên xwe yên avî yên li hemberî keştiyên Îsraîlê dê di rewşeke tevlihev a mezin de be."

El Mecalî anî ziman ku agirbest eger dewam bike dê Îran û hevalbenda wê (Hemas) di çarçoveya çareseriyeke çavdêrikî ya ji doza Filistînê de dihêle û got: " Li ser vê yekê nîvê duyemîn ê serkeftinê ku Îran bikare bi dest bixe bi rêya çareseriya siyasî ye, nemaze ku Îran di bikaranîna têkiliyên çarenûsî yên herêmî de afrîner e."

Îyad El Mecalî di dawiya de got Îran şerê her projeyeke DYA′yê li Rojhilata Navîn a nû  dike  û got:′′Îran şerê her  projeyeke DYA′yê li herêma Rojhilata Navîn dike ku bi rêya wê were dorpêçkirin an bibe sedema hilweşîna projeya wê li herêmê. Her wiha li dijî çareseriyên aloziya Filistîn-Îsraîlê yên li gorî nêrînên DYA′yê radibe. Lê ya metirsîdar e ew e ku heta temambûna projeyên DYA′yê û yên Îranê, Filistînî sernavên koçberî û mirinê bimînin."

(bb)

ANHA