Sûdan bi parçebûnê û senaroyaya Lîbyayê rû bi rû ye

Di demekê de ku cîhanê bi şerê li Xezayê û agirbesta Hemas û Îsraîlê ve mijul e, şerê li Sûdanê girantir dibe. Metirsî hene ku senaryoya parçebûnê ya sala 2010′an de dûbare bibe. Gelo rewşa Sûdanê ber bi ku ve diçe?

Sûdan bi parçebûnê û senaroyaya Lîbyayê rû bi rû ye
1 kanûn 2023   06:45
QAHÎRE
MUHSIN EL MISIRÎ

Di demekê de ku şerê li Xezayê bûye rojeveke sereke ya cîhanê, li Sûdanê ya ku ji 7 mehan ve şer lê heye, bûyerên bi lez rû didin. Hêzên navneteweyî û yên herêmî tevî diyalogan nikarîn  dawî li şer bînin ku di encamê wê de bi hezaran kes hatin kuştin û birîndar bûn û bi mîlyonan jî ji cih û warê xwe bûn.

Li gorî raporanên xwecih ên ji Sûdanê derketine, Hêzên Piştevaniya Lezgîn piştî ku navendên artêşê yên li başûr, navîn, rojava û rojhilatê herêma Darforê ya li rojavayê welat kontrol kirin, ber bi kontrolkirina Darfor ve diçin.  Bajarê Faşîr (Paytexta siyasî û rêveberî ya herêma Darforê) tenê li pêşiya Hêzên Piştevaniya Lezgîn dimîne da ku her pênc cihên navborî kontrol bike. Tevgerên sereke yên çekdar ragihand ku dê li kêleka artêşa Sûdanê van deveran biparêzin.

Li gorî çavdêran, bidawîbûna şerê ne nêzî e, dibe ku bi senaroyaya parçebûnê ve encam bigre ku piraniya xelkê Sûdanê jê bi fikar in, nemaze ku beriya çend salan ve başurê Sûdanê hatibû parçekirin.

Pisporê kar û barên Afrîka yê ji Misirê Ramî Zehdî ji ANHA′yê re axivî, destnîşan kir ku rewşa Sûdanê geh bilez û geh jî bigiranî ber bi alozbûnê ve diçe û got: "Ji destpêka şer de anku ji nêzî 7 mehan de, pisporan dît ku dirêjbûna temenê şer û tunebûna nîşaneyên çareseriyê ne ji berjewendiyên gelê Sûdanê û ne jî yê dewleta Sûdanê de ye. Reweş ber bi senaroyaya parçebûnê ve diçe."

Zehdî desntîşan kir ku parçebûna ku şer raweste jî bi xwe aloziyeke û ev şîrove kir: "Ev ihtîmal dê di siberojeke nêzîk de bibe destpêka aloziyan û şeran. Dê bibe sedem ku dewleteke girîng û bandor li herêmê an ku Sûdanê ji dest were dayîn. Li welatê ku başûr jê parçebûnê û nû li ser lingên xwe radibe, nîşaneyên jidestdayîna rojhilat an rojava an jî herdu derdikevin holê. Parçebûna li ser esasê erdîngarî, an entîkî yan jî kontrolkirina bi hêza çekê xetereyeke ku dibe di demeke nêzîk de pêk were."

 Li gorî Zehdî eger parçekirin bi zelalî û rasterast neyê pêkanîn, hingî metirsiya din 2 hikumet, 2 artêş û dibe ku 2 gel jî hebin û got: ′′Armanca stratejîk a hêzên derve her ew e ku Sûdanê ji bo gelek herêm û dewletan parçe bikin da ku bi hêsanî dest deynin ser herêmê, bi taybetî herêma Deryaya Sor, her wiha da ku dest deynin ser serwetên xwezayî û zeviyên çandiniyê û berhemên sewaldariyê."

Ramî Zehdî got: "Heta niha li gor agahiyên fermî û nefermî, Hêzên Piştevaniya Lezgîn herêmên Xertûmê kontrol kirine û li herêma Darfor pêşde çûne. Li hember wê, endamên hikumetê û fermandarên artêşê li bajarê Bortsûdan ê li ser Deryaya Sor tedbîr girtine. Ev tê wateya ku her du alî di rewşeke xurt û hevgirtî de ne û nîşan dide ku kes çareseriyên aliyê din ên bidawîkirina şer qebûl nake."

Zehdî diyar kir ku eger rewş wiha bimîne û aliyek li hember aliyê din bi ser bikeve, wê demê gel û dewleta Sûdanê ji dest biçin û li dewletên derdorê, dibe ku li cîhanê tevlihevî û gefxwarinên li ewlehî û aramiyê herêmê çêbibin.

Lêkolîner Zehdî îşaret pê kir ku heta niha dan û standinê ji bo rawestandina şer bi ser neketine û wiha pê de çû: "Dema ku muhlet bi dawî dibû, yekser şer des bi şer dikin. Her du aliyan şer wekî derfetekê bi kar dianîn da ku xwe ji bo şer û tevgera lojîstîk amade bikin. Her kes dizane, çiqas navbeynkarên navneteweyî pir bin jî, lê eger niyetên durust ên her du aliyan tune bin ku pirsgirêkê çareser bikin û berjewendiyên Sûdanê di ser berjewendiyên kesayetên negirin, dê şer bi dawî nebe."

METIRSIYEK NÛ

Lêkolîner Zehdî bal kişand ku metirsiyeke nû derketiye holê û ev li nirxandinên xwe zêde kir: "Ev metirsî jî pirbûna aliyên şer e. Qebîle û eşîr jî beşdarî şer bibin. Her yek destekê dide aliyekî yan jî wek aliyekî sereke ji bo parastina berjewendiyan an jî ji tirsa zeraran tev li şer bibin. Di encama pêlên biçkirina sivîlan û çemberên qebîleyan zêde bûn. Ev hemû metirsiyên zêdebûna hejmara qurbaniyan nîşan dide.′′

Zehdî diyar kir ku li gorî texmîna rêxistina ′Aclid′ tenê windahiyên heta niha çêbûne 10 hezar kes in û got: ′′Ev bîlanço ya herî kêm e, ji ber ku tu datayên fermî tune ne. Ji wê zêdetir 6 milyon kes penaber bûn, gelek binesazî hatin wêrankirin.

Der barê senaryoya herî nêz ji bo Sûdanê li gel datayên heyî de Ramî Zehdî wiha got: "Dibe ku heta çend salan senaryoya Lîbayayê li Sûdanê rû bide, Sûdan bê dewlel û bê serwerî bimîne, dê koçberiya gelê Sûdan li hundir û derve dewam bike. Li kêlek wê jî dibe tevgerên siyasî li dijî fikreya parçebûna derkevin û dibe ku hêzên navneteweyî yên dostên Sûdanê bixebitin û dewleta Sûdanê vegerînin. Lê bi gelemperî, ger bi parçebûnê bi dawî be yan jî bi rawestandina şer an jî rêvebirina xebata siyasî, ev yek wê di demeke nêz de de pêk neyê.′′

(fr-mh)

 ANHA